SOSRETA GUNDÊ ŞELMO - BEKİRA - KOZLUK - BATMAN

SOSRETA ŞELMO

Dewlet li Kurdan hatîye xezebê. Piştî ku Alayîyek Leşkerên wan li devê Çemê Batmanê, li navbera Pira Batmanê û Gundê Zîlan têk çuye, ew dixwazin kevir li ser kevirê nehêlin. Ji alek va Walîyê Bajarê Sêrtê esker kirîye ketîye gundan çek û sîlehan berhev dike; Kurdan bê sileh dike ku keysa cimhuriyeta Kemalist li Kurdan bê, ji aleke din va Kolorduya Diyarbekir hêzeke dijwar û xeddar di binê fermandariya fermandarê qolorduyê da dikişe ser Kurdan. Di pirtuka Osman Sebrî ya nav bihorî da û di rûpelên 36 û 37ê da “Sosreta Şelmo” bi rastî sosreteke wehşîyane ye.

Ezê vê wehşetê kurtebêj ( Özet ) bikim: Berê Kolorduyê li çiyayê Sasûnê ye. Wê di nava Bekiran da derbaz bibin. Li gundê Şelmo bênvedanek dikin. Li vî gundê sifil û bê guneh qonax datînin. Gundî ji wan narevin. Fermandar rûsipîyên gund berhev dike wan rê dike bajarê Xarpêtê (Elezîz). Hema çewa ku dighêjine Xarpetê Mehkema İstiqlalê wan kesan idam dike û xebera idama wan tê gund. Li gund bi navên Xelefê Babo, Terhanê genco, Filîtê Silê Kekê û Mamedê Seydê bi heva girê didin davêne çalekî, çiloyê hişk didine ser wan û wana li hafa çavên gundiyan dişewitîn in. Bi vê jî qîma xwe naynin 400 jin û mêr, keç û kur, biçûk û mezin dixine xaniyek û gaz direşînin û zarezar û hawar hawar bi wan insanên sivil dixin hemişkan dişewitînin û heyfa Alayiya xwe bi vî rengî distîn in.