1925 MALABADİ OLAYI - İDAM EDİLEN 18 BEKİRANLI

1925 yilinda Bekiranlilarin Sinika ve Reskota asiretlerini koruyup kolladiklari icin 18 Bekiri-Bekiran asireti kanaat liderleri 10 Mart 1926 yilinda Elazig - Harputta idam edilmislerdir.

Cenazeleri verilmemistir.Mezar yerleri hic kimse tarafindan bilinmemektedir.

 


10 Mart 1926 Yılında Elazığ Harputta idam edilen Batman Bekiran Aşiretine mensup "ru sipi" kanaat önderleri

HiSEYNÊ MELLÊ - KOLANÎ

ELÎYE HECÎ QUTO - ŞEWLÎKA

SİLOYÊ HECÎ - MALA MÎNO

MELÊ MİSTEFA - MALA MÎNO

ÊMERE BİRO - ZEYNİKA

DAWİDE SLÊMAN - ÇELİKA

RESULÊ CEWÊ - ÇELİKA

AHMEDÊ EYO -  ÇELİKA

BİŞARÊ SİLO - ÇELİKA

XELÎLÊ MİSTO - ÇELİKA

AHMEDÊ SİLO - ÇELİKA

EYOYÊ HECÎ ŞERO - SMAÎLKA

XELÎLÊ ELÎ - SMAÎLKA

SLEMANÊ HECÎ ŞERO - SMAÎLKA

EVDiLAYÊ XİNÊ - MAMUTKA

XELÎLÊ BİŞO - MAMUTKA

EVDİLAYÊ TEMO - MAMUTKA

HiSEYNÊ HİSSE - MAMUTKA

 

SAKIR EPOZEMIR KALEMINDEN BIR ANLATIM

Osman Sebrî ji Ebdirehmanê Elîyê Unis pirsa Şerên Sasûnê kirî ye. Ebdirehmanê Elîyê Unis Kurdeke  aqilmend û şervaneke gelek bi navdar e. Hemû jiyana wî di nava şerê berxwedana Sasûnê da û li Binxetê derbaz bu ye. Ew dizanê ka şerê Sasûnê ango Şerên Sasûnê biç î rengî destpê kirîye û çewa dawî li vî şerê ango li wan şerên dirêj û qirêj hatî ye. Weşanxana Pêrî sala 2005ê li Stenbolê bi navê “Şerên Sasûnê ( 1925 – 1937 ) bîrhatinên Ebdirehman bi nivisandina Osman Sebrî çap kirî ye. Çapa 1’ê di destê minda ye. Ez dixwezim  vê pirtukê tozek bihêjînim, binirxînim ango şoreve bikim.

Tiştê balkêş eve ku Şerên Sasunê ango hereketên artêşên cimhuriyetê li ser navê “tedip ve tenkilê  ku li dar ketine hema bi operasyona girtin û berdestkirina hereketa Pîranê va dest pê kirî ye. Yanê dewama operasyona hereketa Efendîye. Operasyona Eşîr û axalerên eşîran û serhildana Şêx Seîd Efendî ji hev neqetiya ne. Ji ber ku artêşên xwînxwar bi ser eşîr û kesayetiyên welatparêzva diçin; meriv dikare bêje ku bîna tevgera Xalid Begê Cibrî û Rêxistina Azadî ji vê operasyonê tê. Mesele ne ewe ku bibêjin vaye me Şêx Seîd û hevalên wîyên pêşkêş berdest kir û ev mesele qedîya. Li gora tesbîtên berê ku hê ji wextê Osmaniyan va rapor hatine girtin; Tirkan xwestin ku çira Kurdan bivemirînin. Ji ber vê yekê Şerên Sasunê di Nisana 1925ê da dest pê dike.  Şêx Seîd Efendi û hevalên xwe jî 15 yê nîsanê hatine girtin. Alayiyek leşker bi siwarî û piyade û bi piştgiriya Emînê Perîxanê tê ser mintîqa Batman û Bişêrîyê û bi taybet Eşîrên Sînikan, Reşkotan û Bekiran.(1)

Sebebê ku Osman Sebrî navê vî Şerî kirîye “Şerên Sasûn ê” eve ku, Şerê Sasûnê ne yek tenê ye. Di navbera Mûş, Batman, Sêrt û Farqînê da herêmeke berfirreh dide berxwe. Ebdirehmanê Elîyê Unis  navên van şeran tîne ziman:

1-Bi destpêkê da Şerê ser Eşîra Sînikan ku ev hêzên navbohorî bi desteka Emînê Perixanê diçine ser qesra Hiznîyê Hacî Mihemed Elî, li Deşta Bişêrîyê gundê Zercil. Ev sefera artêşa Romê û piştevanên xwefiroş beri her tiştî dixwazin rola Sînikan bitemirînin. Eşîra Reşkotan Malxalanên Hiznî Axa ne. Hêzên Eşîra Reşkotan di binê berpirsyariya Rizoyê Hacî Mihemedê pêşkêşê Reşkotan da bê ku dereng bikevin têne hawara Sînikan. Şer germ dibî, Reşkotî û Sînikî dertên bilindiyan xwe dighêjînine serê Qire. Li serê Qîrê Bişêrîyê Mistoyê Haci Mihemed û 10 şervanên Reşkotîyan şehîd dikevin. Sînikî gundên xwe berdidin û berê xwe didine Çiyayên Sasûn ê.

Artêşa tirk  û cerdevanên Emînê Ahmed gundên di navbera Qîre û Pira Batmanê de, gundên Sinikan û Bekiran û Reşkotan weke 20 – 25 gund dişewtînin û li navbera Pira Batmanê û gundê Zîlan dikevine nava kemîna şervanên Eşîran ku çend ji navdarên wana Rizoyê Hacî Mihemed bi Eşira Reşkotan, Hiznîyê Hacî Mehmed Elî Serokê Eşîra Sînikan, pêşkêşên Eşîra Bekiran Keleşê Temo û Xelilê Misto deng li şervanan dikin, di  nava sietek da Alayıya leşker mehû dikin, ji peyadan sax nafılıtın. Tenê 200 siwarî dikarin xwe li çemê Batmanê bidin wekî din kesek sax nahêlin.

Çemê Batmanê di manga Nîsanê da Çemeke dîn û har e. Ew Siwari jî hin bi tifekan û hin  jî bi avê va diçin; ancax 17 siwarî gava derbazê wî alê avê dibin Şervanên hêla Farqînê wana jî hel dikin. Emînê Ehmed Lawê Perixanê û bi cerdevanên xwe va bi bayê bezê direvin. Top, tifek û gelek pêdivîyên lojistik dikevê destê şervanan.  Ev berxwedana Eşîran buye sebebê ku Kolorduya Diyarbekir bi aweyeke dijwartir û xeraptir bê ser Eşîrên welatparêz. Di şerên Sasûnê da ev qewmandin qewmandina pêşîn û ya yekemin e.

2-Di vê navê da Eşîr û pêşkêşên Kurdan ketine heysebesê, li hev digerin, hêza mazina mazin hereketa Şêx Seîd Efendî têk çuye û dijmin li Kurdan, bi taybet li eşîr û serok eşîran hatîye xezebê. Ebdirehmanê Elî di vê hindavê da behsa Tevgera Nuh Beg dik e. Nuh Beg birayê Hacî Musa begê “Murahhas Azayê Kongreyên Erzirum û Sêwasê” ye. Li Kurdistana serhedê li ser hemû eşîran xwedî bandor e. Ew bi 100 suwaran va berê xwe dide Çiyayên Motkan û Sasûnê dixwazê eşîr û giregirên vê herêmê organîze bike ango hesasiyetên wan bipîvê.“ Ji bo yekîtîya Çiyayê Sasûnê, Pencînaran, Reşkotan, Bişêrîyan, Reman, ji Çiyayên Motkan berê xwe dide nik Mihemed Axayê kurê  Elî’yê Unis. Gava ku tê Çiyayê Sasûnê Mihemed Axa bi rêk û pêk û bi tedbîr dibîn e.” Ji Sasûnê derbazî nav Bekiran dibe bi Keleşê Temo ra dicivê, derbazî  nava Reşkotan dibî bi Hacî Mihemed ra têkilî girê did e. Diçe Qîre (Qîrê Bişêrî yê) bi Eşîrên Elikan û Sînikan ra, bi Xelîlê Simê û Hiznîyê Hacî Mehemed Elî ra girêdana xwe çêdike û derbazî Xerzan dibe diçe cem Cemilê çeto. Cemîl cewaba wî dide, moralê wî xira dike û “dilşikestî” berê xwe dide Çiyayê Motkan “Çiyayê Mazîkar ê”.

Nuh Beg gava ji Deşta Xerzan, ji nava Pencînaran berê xwe dide çiyayên Motkan, di nêzî Melefan da derbaz dibî dengê top û tifekên şer dikevê guhên wan. Birayê wî İzzet Beg dibêjê: “- Eva xelkên Sasûnê li pêşberê dijmin rabûne, şerê tirkan dikin. Qence hema em jî bi wan ra bikevine şer.” Nuh beg ji birayê xwe ra waha dibêjê: “- Xelkên Sasûnê û dewlet ketine gewriya hev. Hê dinya xweştir bû. Bi hindikayî wê 2 salan bi hev va bimîn in. Heya piştî 2 salan jî Xwedan Kerîm e.”